tisdag 28 juni 2016

Bi kordînatorê Weşanxaneya J&J mamoste Azad Zal re nirxandina ”Çavên Zeytûnî” û xebatên J&J

Pêşî, li Ferhat Tunç, stirana ”Kobanî”, ”Şengal”, paşê jî Azad Farqîn, ”Lênûsa dilê min” guhdarî dikim. Û li hunermend Dilo Doxan û ”Nisêbîna min”. Paşê jî helbestvaniya Ednan Dogan, hunera stranbêjên kurd ku jiyan û reng didin helbestên wî difikirîm. Pêla stiranan û hizirkirinê min li ber xwe dibe, diçim:

”Tuyî lênûsa dilê min, kêlî bi kêlî qedera min dinivîsîne,
ez im canê, dihesidim, dema çav li te dimeyzêne,
dihesidim, dema bilbil bo te awazan dixwîne,
ez yê te me, tu ya min î, ditirsim feleka bêbext her xayîn e.”


”Lyr”a grêkiyan tê bîra min. Wiha jî di edebiyata devkî a kurda. Li hêlekê şahir, pênûs di dest de, bi hibra reş derd û fikrên xwe vedirêje ser kaxezên spî. Li hêla din denbêj û stranbêj, wan helbestan dikin stiran. Serpêhatiyan, nav xelkê de belav dikin û bûyerên dema xwe, bi form, enstrument û rengên cewaz, ji neslekî dispêrin ê din.

Ez weke evîndarekî edebiyatê, bi taybetî helbestê û rexnegiriya edebî jî mijûl im, berhemên gelek nivîskaran ji nêz ve dişopînim. Têkiliya min bi ronakbîr, edebnas û hunermendên kurda re baş e. Ednan Dogan yek ji wan kesan e ku, bi dengê wî, li helbestên wî guhdarî dikim. Ez helbestên li ber çapê, ji pirtûka ”Çavên Zeytûnî” dixwînim. Bi taybetî di ”Banga Rojava” û Binîvisîne pênûs” de şopên dramayên kevnare xwe didine der. Mirovan diêxe bin bandora ”epope”yên bi tîrên çavên karxezalan û xwîna ciwanên simêl nûşînbûyî hatine nivîsîn, li ber xwe dibe. Çend rûpelan li dîroka me, ne tenê bi devkî, lê bi nivîskî jî zêde dike. Toreya Xanî ku dirêjî Feqî û Cegerxwîn dibe, didomîne.

Hejmarek ji helbestên wî dişibînim şanonameyan. Mijarên xwe, jiyana me bi xwe ye. Lîstikvan em in. Bi êş, keser, kêf, eşq, ken, girî, lehengî, dar û devî, çiya û newal, gund û bajar, ajel û  dar, evînî, bextreşî, serhişkî, îxanet û bêbextî, welatheziyê, em tê de hene. Jiyana me li ser dikê ye. Her beşek ji şanogehê, anku sahnê, ji dîmenên zindî û rengîn pêk tên. Bendên şanonamê, bê qisûr hatine nivîsîn. Kesên, li pêş û paş perdê, bi hunerek mezin bi rola xwe radibin, kedê didin. Ednan Dogan, mîna dramaturgekî, heta dawiyê, reng didiyê, bi cil û berg dike, rola dide jiberkirin, şanoyê rêve dibe.
Bê guman, bajar û gundên helbestvan jidayik bûne û li wir mezin bûne dê bandorê li rûh û hunera wan bike. Di helbestên Ednan de jî, bandora devok û devera Tora Evdînê yekser xwe dide der. Ednan li bajarê Nisêbînê hatiye dinyê. Bajar, bi pirçandî, pirzimanî û zanîngeha xwe î kevnare di Cîhanê de nasdar e. Gelek nivîskarên navdar li vî bajarî û li vê herêmê hatine dinyê, mezin bûne û berhemên giranbûha hiştine. Ednan jî wiha.

Huner û helbestvaniya Ednan dirêjî dema ciwaniya wî dibe. Ez çûm Nisêbînê, bi nas û dostên wî re axivîm û helbestvaniya wî, ji duhî heta îro kir cihê lêkolînê. Min xwest fêm bikim; gelo hunandina helbestan, hilbijartina peyvan û mijarên giring kengî dest pê kiriye? Girêdana bend û hebûna aheng, danîna wezin û pîvana wan, ji duhî heta îro, çawa hatiye pê û pêşketiye? Kin û kurt: Min xwest hinekî jiyan û hunera wî nas bikim û li ser şopên destpêka helbestvaniya wî kur bibim.

Ez berê xwe didim Nisêbînê, bajarê kevnare. Di ser taxa Kişlê re, pira diçe ”Kolana Koçera” ku navê navê wê kirine ”Pir û Parka Ahmed Kaya”, di kuçeyên taxa Evdilqadir Paşa re berê xwe didim gundê Weysîkê. Çend heval û nasên Ednan dibînim. Dibistana xwendiye, karê kirine tev bala min dikşînin. Helbestvaniya wî dikim cihê niqaşê. Belê ez şaş û matmayî nemam! Ednan ji dema lîseyê ve, salên berî 80 î dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Helbesta wî a pêşî ku min peyde kir, bi desta hatibû nivîsîn, çend peyv jê kem bûn (min lê zêde kir), wêrgêra wê wiha ye:

”Rojekê; ger tu rojekê poşman bû, çavên xwe gerand û li min pirsî,
mijankên te, ji rondikên şewata dilê min şil bûn,
dilê xembar, di wê lêva tenik û sêvesorî de hilma dawî da,
çavên qerimî û xwîn digrîn, bi tîrên awirên te sermest û bi axê şa bû,
li min megere yarê!
Ji çemê Bûnisra; pêlên ji rondika sor û bi nalîna vê eşqê har û sikran bûne,
bipirse…”

Em zanin ku ev helbest û helbestên pêşî ên Ednan bi turkî bûn. Gelo nivîsîna helbestên kurdî çawa dest pê kir?

Malbata Ednan li bajêr, malbatek nasdar û welatperwer e. Ednan jî, 15-16 saliya xwe de, bi sempatî nêzî doza netewî dibe. Cara yekem, 1983 an de tê girtin. Di girtîgeha tabura bajêr, îşkencê pê dikin. Her ku heqaretê li ziman û çanda kurdî dikin, mijar bala Ednan zêdetir dikşîne. Dema cara dawî 1991 de tê girtin û wî davêjin zindana Amedê (Diyarbekir). Dema girtinê dest datînin ser kitêb, nivîs û helbestên wî. Ednan li hefsê dengbêjan nas dike. Edebiyata devkî, dewlemendiya edebiyata klasîk û berhemên wan, bala wî dikşîne. Li ser mijarê kur dibe. Wiha bûye , zindana Amedê ji hêlekî ve bûye cihê zilm û îşkencê û li aliyê din jî rola zanîngehê lîstiye. Ji awira siyasî, çandî û edebî ve berê gelek ronakbîran daye guhertin. Li nirxên netewî sor kiriye. Helwêsta Ednan zelaltir dibe. Ew ê bi kurdî hizir bike û giraniyê bide mijûlbûna edebiyatê, nivîsîna helbestan.

1992 an, zexta ser Ednan zêdetir dibe. Derdikeve derveyî welêt, tê Swêdê. Li kampa penaberan nivîsîna helbestan didomîne. Hinek ji helbestên wî, vê carê jî dema barkirinê winda dibin. Pê dihêşe. Lê heskirina ziman û edebiyatê, bi taybetî helbestê, wî li nivîsînê sortir dike. Helbestên wî di mediayê de belav dibin. Di şev û civînan de dixwîne. Bi dengê xwe î xweş û helbestvaniya xwe tê nasîn, deng dide. Pirtûka dest we de, beşek ji wan helbestan hemêz dike.

Helbest, bi hebûna însên re peyde bûye. Dîroka xwe, bi qasî jidayikbûna însên dirêjî kurahiya dîrokê dibe. Mîna çandên din, ji gelê kurd re jî bûye neynika jiyanê. Di helbestan de şopên ji dîrok, çand, adet, baweriya me hene û ew bi ziman û hunerek bilind hatine hunandin. Lewra, cî û nirxê şahirên me û berhemên wan, bilind e. Divê em hes ji wan bikin û ji bo pêşketin û parastina edebiyata xwe, piştgiriya wan bikin.

Pirtûka Çavên Zeytûnî di nav weşanên J&J de berî niha li Amedê ji çape derket û kete destên xwendevanên xwe. Weke tê zanîn Weşanxaneya J&J bi xebatên xwe ên giranbuha ji bo ziman û edebiyata kurdî tê nasîn. Em, bi kordînatorê weşanxanê, Mamoste Azad Zal re axivîn û wî bersiva me li ser berhema Çavên Zeytûnî, her wiha kar û xebatên J&J ê da. Fermo em hevpeyvîna pê re hatiye kirin, bi we re parvedikin.

- Weşanxaneya J&Jê çi demê, li kuderê ava bû? Armanca we çi ye? Heta niha çend kitêbên we belav bûne û mijarên wan çi ne?
Azad ZAL: Weşanên J&Jyê di 22yê Avrêla 2011an de li Amedê ava bû. Di 113mîn salvegera destpêka rojnameya Kurdistan ya ku li Qahîrê der çû de J&J dest bi weşanê kir.
Ez dikarim ji bo sedem û armancên J&Jyê vê yekê bibêjim. Serdema ku em tê de dijîn wekî ‘Serdema Zanist û Teknolojî’yê tê binavkirin. Di qada teknîkî û zanistê de gelek pêşketin çêbûne û zanîn û zanyarî gihîştiye ber destê her kesên ku bixwazin bi dest bixin. Bi rêya internetê tora ragihandina zanînan ketiye hemû malan. Di derveyê îstîsnayan de cî û warên ku tora ragihandinê negihîştibê nemaye. Ev jî zanînê erzan dike û zanîn bi qasî serê pêçiyên destê mirov nêzî mirov bûye. Lê rastiyek jî heye; hemû tiştên ku di ser rêya tora ragihandinê re tên tev ne zelal in, tev ne rast in û tev ne pak û pêkan in. Ji ber ku zanînên tora ragihandinê ji hêla her kesî/ê ve dikare bê guhertin, bê zêdekirin û bê kêmkirin. Hemû kes dikarin bi riya tora ragihandinê “rastiya xwe” pêşkêşî her kesî/ê bikin. Helbet rastiya her kesî/ê heye. Ango ‘rastî guherbar e.’ Lê rastiya giştî jî heye ku ev jî ji aliyê zanyariyê ve tê diyarkirin û civak jî dipejirîne. Ji ber wê jî hê jî ‘rastiyeke derbasdar’ heye ku ew jî “rastiya nivîsê ya ku li ser kaxid hatiye nivîsîn” e. Bi awayeke giştî mirov dikare bibêje ku ‘rastî’ di nava ‘rastiyên xwe’yî de her diçe wenda dibe û ev jî gengeşiyekê dertîne holê. Nivîsa ser kaxid nivîsa sefandî û parzûnkirî ye. Ew ê nivîsê bi dirustî û bi rastî dikare rastiyan ji mirov re vebêje. Me jî li ser vê rastiyê berê xwe da “rastiyên parzûnkirî” û me got “zanînên herî baş û pak û biqîmet zanînên ser kaxid in.” Û me berê xwe da zanyariyê. Me got; “zanînên ku di nava rûpelên qirêjî yên dîrokê de veşarî mane, em wan ji nava tariya reşaşî derînin û pêşkêşî xwendevanan bikin.”
Wekî WEŞANÊN J&J; me heyîn û hebûna xwe li ser vê yekê diyar kir û me got; ‘Em ê ji jêderên rastiyên parzûnkirî bi rê bikevin û dakevin jêwerên qada jibîrvekirinê.’ Û me got; ‘ziman’ û me got ‘ferheng’ û me got ‘zargotin’ û me got ‘wêje’ û me got ‘lêkolîn’ û me got ‘çi tiştên k udi der barê hebûn û heyîna mirovî de hene, yên herêmî, yên netewî û yên gerdûnî tev ji kana gel in û divê ku em bikaribin derînin meydanê. Rastiyên zimanzaniyê, rastiyên ferhengzaniyê, rastiyên gel yên zargotinê, rastiyên wêjeyê, rastiyên lêkolînî yên zanistî tev rastiyên parzûnkirî ne û giş hatine tesdîqkirin. Peywira me jî ew e ku em van rastiyan pêşkêşî gel û cihana zanyariyê bikin. Li ser vê bingehê me pêşî “Ferhenga Sumerê Kurdî” (Amadekar: Suleyman YILDIRIM) çap kir. Ev armanca me jî dida der.
Me wekî J&J di destpêkê de, bi tenê berhemên wekî ferheng, zargotin û lêkolîn çapkirin. Şûn de me dest bi çapkirina roman, helbest, çîrok û hêçanan jî kir. Heta niha nêzî 200 berhem ji  Weşanên J&Jyê derçûne. Her wisa, zimanê Weşanên J&Jyê yê sereke zimanê Kurdî ye, lê bi zimanên din jî em berhem diweşînin. Berhemên me yên ku  bi zimanên din jî çap bûne û ew ê çap bibin hene. Em berhemên girtiyên azadiyê û tekoşerên serxwebûnê jî çap dikin. Berhemên ku ji zindanan tên ber destê me, piştî xebatên edîtoryal û redaksiyonê em ji nivîskar re dişînin û ew jî dîsa dinirxîne hîna em çap dikin… Helbet ev kar zor e û demê digire.

- J&J beşdarî fuaran û çalakiyên edebî dibe, li wir kitêbên we tên firotin. Rewşa bazara kitêbên kurdî çawa ye? Kêmasî çi ne û çawa çaraser dibin? Kîjan mijar bala xwendevanan dikşîne?
Azad ZAL: Ji sala 2011an ve em beşdarî fuar û çalakiyên edebî dibin. Heta 2013an em zêde xurt nebûn û berhemên me jî bisînor bûn. Bi tenê me ferheng, zargotin, lêkolînan çap dikir. Lê bi sala 2013an re, me bernameya xwe guhert û berfireh kir û me dest bi berhemên wêjeyî yên wekî roman, helbest, çîrok, hêçan jî kir. Piştî vê guherînê em beşdarî hemû fuaran bûn. Ji yên navnetewî yên Tirkiyê bigire, heta yên herêmî em beşdar bûn. Em beşdarî pêşangeha pirtûkan ya Soranê jî bûn, em beşdarî ya navnetewî ya Stenbolê jî bûn… Helbet armanca beşdariya fuaran a serî ew ku nivîskar û weşanger hev binasin û pêwendiyên navbera weşanxaneyan, a wan û pirtûkxaneyan, a nivîskaran çêbibe û pêş bikeve. Ya din jî berhemên ku hatine weşandin bên naskirin û bi awayekî erzan bigihîjin xwendevanan. Bi vî awayî em dikarin em digihîjin armanca xwe. Lê ji aliyê madî ve zorî heye.
Pazara pirtûkên Kurdî bi dilê me nebe jî, di van salên dawîn de pêşketinek baş heye. Hem weşanxane zêde bûne, hem nivîskar zêde bûne, hem jî berhem zêde têne çapkirin. Li gorî wê xwendevan jî zêde bûn. Lê hê jî profîla xwendevanên Kurdî zelal nebûye, tam derneketiye holê. Lê di van salên dawîn de, li fuaran em xwendevanên ku bi hedef li berhema digerin rast tênê. Ev jî me kêfxweş dike. Êdî her pirtûkên ku bi Kurdî bin ji bo xwendinê têr nakin, divê bi kalîte bin jî. Êdî xwendevanên Kurdî li berhemên baş û bikalîte jî digerin.
Wekî berhem bêtir bal li ser romanê ye, şûn de çîrok, şûn de jî helbest û hêçan balê dikişîne. Wekî mijar, pirsgirêkên civakî, yên tekoşînê balê dikişînin. Ev jî ji ber ku li Kurdistanê hê jî tekoşîn û şer heye.

- Bi qasî dişopînim, di hilbijartina berhemên ji bo çapê, edîtoriya weşanxaneya J&J pir hesas e û giringiyê dide kalîtê. Bi taybetî di hilbijartina berhemên edebî de, dema hilbijartin û ji bo biryara çapkirina kitebekê, pîvanên we çi ne?
Azad ZAL: Standardên weşanê yên J&Jyê hene. Em bi du (2) awayan dixebitin. Yek jê bi rengê weşangeriya li gorî standardên navnetewî ye. Ya din jî wekî ajans dixebite. Berhemên ku bêne ber destê J&Jyê, di merhaleya pergalsaziya (edîtorî), zimansazî (redaksiyon), rûpelsazî (mizanpaj), bergsazî re derbas dibe. Ku pergalsazî (edîtorî)ya J&Jê bipejirîne, em aliyê teknîkî yên çap û belavkirinê amade dikin û berhemê diweşînin.

Çima J&Jê pirtûka Çavên Zeytûnî ji bo çapkirinê hilbijart?
Azad ZAL: Çavên Zeytûnî ya nivîskarême yê hêja Ednan Dogan, li ser referansa nivîskar û edîtorê J&Jyê Muslum Aslan û helbestavanê me yê hêja Kadir Çelîk ji bo me wekî dosye hat. Dema ku me dosyeyê nirxand, me dît ku dosye gelek xurt e, û rêzdar Ednan Dogan jî salên dirêj daye helbestan, helbest bi xemleke xweş, bi kemilîneke baş xwe derxistine pêş. Me jî got desyeyeke wisa xurt û hêja, ku em çap bikin em ê jî xurttir bibin. Ji ber ku me dosyeyeke wisa xurt û hêja, ya li ser navê J&Jyê, pêşkêşî xwendevanên Kurdî kir em gelek rûmetdar bûn.
Ristên wekî “de rawest e ey hesreta ku sebir li min kiriye bar, de rawest e!”  ya jî “de zû were ey aştiya ku di nava kemînê de esîr e!” ya jî “de bes e, ey feleka ku li min bûye bela!” ya jî “de rabe ey gelê ku bi sedan salan e esîr e, de rabe!” ev rist gelek xurt in û giyana helbesta tekoşerî û şeroşiyê diderbirîne. Bi rastî jî ristên Ednan Dogan xurt û baş û hevrîşmî ne. Mirov pê dihese, hîn dibe, pê hêz digire û pê re diherike. Ji ber wê me bi kêfxweşî vê dosyeyê weşand.

- Kitêba Ednan Dogan li Fuara Amedê derket pêşberî xwendevanan. Nêzîkbûn û nirxandina xwendevanên wî çawa bû? Belavkirin, eleqe û firotina wê çawa diçe? Hêviyên we di çapkirina vê kitêbê de bi cîh tên an na?
Azad ZAL: Çavên Zeytûnî berî fuara Amedê, li fuara Wanê derket pêşberî xwendevanan. Lê mala wan hezar car ava be helbestvanên me Ednan Dogan û Kadir Çelîk daxwaza me û ya xwendevanên J&Jyê neşkandin, ta ji Swêdê bi rê ketin hatin Ameda paytext. Digel pirtûkê bi xwendevan û helbesthezan raste rast pêwendî çêbûn. Ev jî ji bo me jî ji bo Amedê jî û ji bo helbesthezan jî surprîz bû.
Rastiyeke xwendevanên Kurdî heye, ew jî dema ku bi berhemê re helbestvan û nivîskar li hemberî xwe dibîne, hem kêfxweş dibe, hem jî rûmetdar dibe. Berhema ku ji destê nivîskar bê wergirtin tê xwendin û biqîmettir e. Me vê rastiyê ji bo Kekê Ednan û nivîskarên din jî dît. Wekî pirtûka helbestê, yek ji berhemên ku zêdetir bala xwendevanan li ser bû Çavên Zeytûnî bû. Li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ciyê ku em bi wan re peymandar in, me danîn e wan deran. Li Amedê, li Stenbolê zêdetir diçe. Lê li ser internetê jî tê firotin. Ji xwe malpera me bi xwe heye; www.ajansjj.com, em li ser malperê jî sîparîşan digirin.
Ê me berê her tiştî, ku em berhemeke hêja û baş pêşkêşî xwendevanan bikin em pê memnûn dibin, ji aliyê dahatuya madî ve zêde hêviyên me yên kurtedemê tune ye. Lê bi demboriyê re ew ê qîmeta berhemê derê. Em di wê hişmendiyê de ne ku em divê ji bo berhemên biqîmet û hêja divê em bikaribin fedakariyan bikin da ku dahatuya edebiyata Kurdî pêş-vekirî be. Lê ez dikarim vê jî bibêjim ku berhem baş be, ku berhem xurt be, ku berhem hêja be xwe dide xwendin û diçe. Çavên Zeytûnî jî yek ji wan berheman e.
Spas ji bo we ku vê derfetê da me…

Analîz: Z. Gabar Çiyan


tisdag 14 juni 2016

Helbestvana nasdar Aynûr Aras û "Xemla Rondikan"


Dem hat, lêvên sor û awirên yarê, eşqa zaroktiyê, destpêka dema ciwantiyê ez êsîr dikirim. Hêstir bi  hîsên ji dil, şêwra xwe li min dikirin yek. ”Sikran e, serxweşê awirê yarê ye. Aşiqê bejna zirav û tiyê lêvên sor e. Mecnûn e. Leyla, xezala serê çiya û ew seyidvan, evîndarê çavê wê ye. Di fikir de ketiyê bedewiya wê û bi beden, di newal û çiyan de li pey şopa yarê ye”, digotin.

Ez li ber pêla xwe birim, helbestek ji Pirtûka Xemla Rondikan. Min nikarîbû, çiqas wext girt nizanim, çend saet kişand nayê bîra min. Her cara li helbetsta ”qet naçe ji bîra min” dizîvirîm, şewata ser sînga min, talbûna qirikê û hêstirên çavan rê li min digirtin. Jan û êşa min ne ji ber eşqê bû. Bêdengî û nedana bersiva wê bû ku, jana wê îro jî pizotên êgir e û dişewetîne.
Helbesta ”qet naçe ji bîra min”, bersiv e. Banga eşqa keça kurd e, ku toreya xwe ji Meryem Xanê dirêjî Eyşe Şanê dibe. Heyranok e. Keç di heyranokan de, evîna dilê xwe eşkere dikin, êşa xwe dihênin zimên. Wêrek e, helwêsta wê. Eşqa wê mîna ava çemê Bûnisra zelal û pîroz e. Ji hîle, derew û xapandinê dur û şuştî ye:

”…te digot/ çav xezala min,
gava tu çav û biriyên belek/ bi kilên Sibhanî dixemilînî,
bi pêlên kiras û xeftanê qeytanî/ bejna narîn pêl bi pêl,
di ser newqan de dihejînî/ bisk û temboliyan,
di ser dêmên genimî de diqûrtîsînî/ xwîdana zer memikan,
weke mîsk û emberê ji xwe diherikînî/ nava dilê min,
wekî çûka serjêkirî dike pirpirînî…”

Gelo felek çi ye? Çend helbest, çend stiran li ser wê hatiye gotin, ne diyar e? Bûye bele li devê deriyên me. Niqteyekî reş e di rûpelên dîroka me. Ewrê reş e ji esmanê me safî nabe. Sedem û jêdera hemû êş û nexweşiyên me ye, felek.
Tarîf û binavkirina felekê ne hêsan e. Lê mirov bi saya helbesta Felekê baştir êş û brînên li pey xwe hiştiye, di nase. Helbest, dibe ziman û tercûmanê hîsên me. Axîn û nalîna dilê me, gazinên me ji felekê dihêne zimên:

”…te/ eş û şahiya min/ li hevdu kirin berdêlî,
te ji min re çêkir/ dawetek e bi êş,
li bûkaniya min kir/ kirasekî reş,
ez mehr kirim/ li dîroka bext reş,
felek…”

Di helbesta ”ez ê tofanekê rakim” de hîs û hest, serî hildidin û tên xezebê. Diaxifin, hîsên rabûne ser piyan. Hêla balkêş, tofan wek çalakiya jinê tê pê. Sedama rakirina tofanê û encama wê jî têra xwe bi kêşar e, balê dikşîne. Nimuneyên wiha di helbestan de kêm in. Ceribandinek taybetî û xweser e:

”Ez ê tofanekê rakim/ ji bayê hêrsa dilê xwe,
Neh gerstêrkan/ bi çek û sîleh kim,
refên baskan/ tev de ji xwe re qasid kim,
Rawanên ewran/ bi zîn û pûsat kim,
tofana dil/ li zengûyê siwar kim,
çar qirnê dinyayê/ seran serê gerdûnê,
agahdar kim...
Ez ê tofanekê rakim/ ji bayê hêrsa heja
dilê xwe/ rengîn û bengînê
deşt û zozan û çiyan/ ji xew şiyar kim
rewil û retûlan/ bi ferman kim,
mizgeft û merqedan/ bi selawat kim,
temamî neyar û qirêjan/ wêran û talan kim,
da ku/ hêrsa heja dilê xwe,
li ser axa zêrîn/ peya û mêvan kim…”

Helbestek giranbuha, bi şewat û kur e, ”Arîna min”. Gotin têr nake, pêwîst e bê xwendin. Hîsên dayikê ji bo zarokê, xewn û xeyalên berî welidandinê û piştî jidayikbûnê dihêne zimên. Keserên dayik dikşîne, axaftinên pê re dike, stiran û çîrokên jê re dibêje, çawa bi zarokê re xewa şevan li xwe dibe, pê re digrî û bi kenê zarokê kêfxweş dibe, di helbestekê de aniye zimên:

”…çavkaniya taqeta çokên min,
livandina te acara yekemîn/ qet naçe ji bîra min,
te di zikê min de ez hêmbez dikirim,
min di zikê xwe de te hêbez dikirî,
di newala asê ya bê rê de,
em ji hevdu re bûbûn dara jiyanê,
teyrika ji dergaha qesra bihûştê
roja re çavên xwe vekir li dinê
hestên dayika te li hemberî,
tev de zindiyên rûyê erdê hatine guhertinê,
çavên te ji min re/ stêrkên şevreşa jiyanê ne,
hêbez kirina te/ ji min re
merhema dewsa xencerên bêbextan e,
ax Arîna min/ dil narîna min,
Bêhna te min mest dike/ rojên min ên reş
tev de dike jibîr/ û jiyanê ji min re
sor spî pembe û kesk dike…”


Buhayê pirtûka Xemla Rondikan û nirxê wê bi analîzekê nikare bê fêm kirin. Divê bê xwendin. Bi sebir biçe cîhana helbestvan û xeyalên wê parveke. Şahidiyê ji wê evîna mezin, eşqa sînornenas, dilê bi kul û peyvên bilind bike. Mezinbûna jina kurd, bi hîsên evîndarî, egîdî, dayiktî û merdiyê bihûne.

Berhema helbestvana nasdar Aynûr Aras e, Xemla Rondikan. 136 rûpel in. Şêstûheft helbestên cewaz, bi kêşara xwe, mirov dide ber pêlên hibira xwe, li hemû demên jiyana mirov, rojên xweş, girî, êş û kêfê digerîne, dike mêvan. Bilindiya zimanê kurdî û xweşiya helbestê dihêne bîra mirov. Kitap, di Berfanbara 2012 an de, li Istanbulê di nav weşanên Ar de derketibû. Kesên bixwazin kitêbê bixwînin, dikarin ji e-posta wesanenar@hotmail.com bixwazin.

Me xwe gihand helbestvana hêja Aynûr Aras û wê bersiva pirsên me da. Fermo, em hevpeyvîna pê re pêşkêşî we dikin:

Dixwazim xwendevanên me te nas bikin. Aynûr Aras kî ye?
Aynur Aras:
Ji herêma Serhedê, bajarokê Qereyaziyê, gundê Mele Osman ne. Piştî dibistana sereke, li bajarokê xwe Qereyaziyê û metropolê turka xwendina xwe berdewam kir. Di sala 1993 an de li Swêdê bi cîh bû. Jiyana xwe li Swêdê didomine.

Helbestvaniya te, çi demê û çawa dest pê kir?
Aynûr Aras:
Ji dema ez berefemiyê xwe bûm û vir de, bi min re her rûheki nazik hebû. Pir rûheki hestiyar, her gava hestiyar bûma, min ji xwe re pêşî pel û pênûsek peyde dikir. Hestên xwe ên wê kêliyê dirijande ser rûpelê. Piştî ku Aram dibûm, min ew kaxiz diqelişand û diavêt.
Ew ne helbest, lê bêhtir hesten min dihanîn zimên. Hestên tevlihev ên biçûktiya temenê min bûn. Nivîsandin û qelişandinên rûpelan her berdewam dikirin, hetani sala 2007 an. Di 2007 an de min dest pê kir, bi rûtînî û tenê bi kurmancî nûsand û li ser helbestê kûr bûm.
Min, di 2010 an de biryar da ku helbestên xwe tomar bikim, bi hêviya rojekê çap bibin. Dawiya 2012 an de Xemla Rondikan derket.

Nêzîkbûna te li dinyê, welat, xweza, malbat û evîndarê dil, bi heskirinê ava bûne. Heskirin û eşqa dil, bandorek mezin li helbestên te dike. Çima? Çi ye eşq?
Aynûr Aras:
Belê, bi heskirinê ava bûne. Di her hevokek helbestê de, eşq heye, çi eşqa evînî, çi eşqa li xeribiyê(eşqa welat), eşqa xwezayê û eşqa humanî.
Eşq ava jiyana rûhê mirov e. Mirov bi kijan rengê eşqê dibe bila bibe, ew kesê ku dilê wê/wî ji eşqê dagirtî nebe, ew kes mîna darek a bê ber e. Ta di xwarin çêkirinê de jî hunera heskirinê heye.


Di helbestên te di zimanek bilind û hîsên pîroz têra xwe balkêş in. Girêdanek mezin ku dirêjî Meryem Xan û Eyşe Şanê dibe, xuyanî dike. Derd û kulên jina kurd, pirsgirêkên civakî û kula evînê piralî derdikevin pêş. Dîtina te çi ye?
Aynûr Aras:
Rast e, rûhê min de lirîkiya Eyşe Şan û Merhem Xanê heye. Belkî jî êş e a ku min bi ber bi deng û rûhê wan ve dikişîne. Di dengê herdûwan de jî eşq û êş, her êkûdu dihone. Ji bo min jî wiha; kesa/ê ku êşê nekişîne, nikare biafirîne!

Analîz & hevpeyvîn: Gabar Çiyan

måndag 11 april 2016

Romana serhildana "QEWMÊ ÇIYÊ": Qêrîneke Bêdeng- RINDÊXAN

"Mala Eliyê Ûnis" an "Qewmê Çiyê", bêhtir bi serhiladana 1925 an, li herêma Xerzan hatine nasîn. Xerzan, bi rûbar, deşt û rêze çiyayên bilind û erdên bereket, balkêş e. Eşîra mezin, bi girêdan û domandina jiyana azad li ser xaka bav û kalan tê nasîn. ”Mala Şeref” ku rêvebiriya herêmê dikin, koka xwe dirêjî mîr û maqûlên mintîqê dibin. Ew gelek caran bi Qewmê Çiyê an Mala Eliyê Ûnis tên binavkirin, ne tenê bi berxwedana xwe, lê belê bi mêranî, zanabûn û merdiya xwe jî nasdar in.

Rêvebirên gelê kurd, di dawiya Şerê Mezin de, ji bo azadiyê, giringî dane tifaqa navxweyî û têkiliyên derve. Dîplomasiya Mîr Ebdurezaq Bedirxan, têkiliyên bi Rûsya re, xebata li ser tixûbên welêt û hewildana diyalogê bi rêvebirên kurda re, îro jî li benda lêgerîn û lêkolînên piralî ye. Her wiha, pêşketina hereketa ”Azadî” û planên Xalid Begê Cibrî ji bo rizgariyê hêviyên mezin dida kurda. Lê girtina Xalid beg û rêvebirên din, bandorek neyênî li armanca wan dikir. Berî plan û têkiliyên ji bo yekîtiyê bighêje armanca xwe, serhildana Şêx Seîdê Pîran dest pê dike. Qewmê Çiyê jî li herêma xwe berxwe didin. Şer mezin dibe.

Derbarê serhildana Şêx Seîd hatiye nivîsîn. Lê kar û xebata Mîr Ebdurezaq Bedirxan, Xalid Begê Cibrî û berxwedana Mala Eliyê Ûnis çend salên dawiyê bala lêkolînêrên kurda dikşîne, ji wan re dibin mijar.

Romana helbestvan û lêkolîner Kamran Simo Hedilî a ”Qerîneke bêdeng - RINDÊXAN”, serhildana Mala Eliyê Ûnis ji xwe re dike mijar. Bi alîkariya karakterên bingehîn, serokê mala Şeref, Mihemed axayê kurê Eliyê Unis, Xanima wî Rindîxan, keça wî Rindêxanê û Fermandarê dewletê Tahirê Tuj, pêşî salên piştî Şerê Cîhanê, rewşa kurda, armanca Mîr Ebdurezaq, Xalid Begê Cibrî, rêxistina Azadî û planên turka ronî dike û paşê jî li ser mijara xwe î bingehîn kur dibe.

Mihemed Axa mirovekî dilovan, têra xwe şareza û zana ye. Şiyar e, dîrok û çanda xwe dinase. Serhildana Şêx Seîd ji nêz ve dişopîne û hayê xwe jê heye. Fermandarê dewletê Tahirê Tuj, ji bo têkbirina kurda, li herêma Xerzan, wezîfedar e. Bi hovîtî û hişkiyek kesî nedîtî, êrîşê dibe ser gundan, jin û zarok tên kûştin. Nûçeya nexweş didin Mihemed axa. Ew jî gazî bira û şêwirmendên xwe dike, pirsê ji nû ve dinirxînin. Biryara berxwedanê û şer didin. Di heman demê de, li tifaqa eşîr û hêzên cînar digerin, dan û standina navxweyî xurt dikin.

Rindêxana keça Mihemed Axa, ku destgirtiya Sebrî ye, eşqa wan li herêmê nasdar e, bi hev re perwerda olî qedandine, li ber zewacê ne. Lê şerê giran rê li ber dawetê digre, biryara dawetê li paş dixe. Sebrî ne tenê bi ciwaniya xwe, lê belê bi mêranî û şervaniya xwe deng daye. Rindêxanê jî wiha. Li malekî mezin bûye ku, li wir ferqiya jin û mêran zêde tune ye. Jin, xwende û zana ne. Perwerdê dibînin. Dixwînin û mîna şervanan mezin dibin. Taybetiyên Rindêxanê têr dike ku, mîna Sebrî here êniya şer. Dema xebera reş, şehadeta Sebrî tê, êdî zewac û kêfa dinyê li xwe heram dike. Rola wê di eniya şer de mezintir dibe.

Birakûjî û îxaneta navxweyî pişta kurda herdem şikandiye. Tahirê Tuj, bi alîkariya nexêrxwazên kurda û hêza di emrê xwe de, bi top û çekên nûjen, êrîşên xwe zêdetir dike. Çiya bi leşkeran dadigre, xeleka çardora kurda roj bi roj tengtir dike.

Kurdên çiyayî berxwe didin. Bi êrîşan, hêzên wan belav dikin. Lê çekên kurda ne modern in. Yekîtiya wan qels e. Alîkariya wan kêmtir, peydekirina çek û beran, xwarin û vexwarinê dijwartir dibe.
Di eniyekê de, Mihyedînê lawê Rindîxanê brîndar dibe. Wî di şikeftekî de ji bo dermankirina brînê, diveşêrin. Rindîxan, bi çend jinan re ji bo dermankirina brînê û rizgarkirina wî diçin şikeftê. Lê çardorê wan ji teref hêza turka ve tê pêçan. Rindîxanê, soza ji Mihemed axa re daye bi cîh tîne, teslîm nabe, xwe ji çiyayên bilind davêjê xwarê.

Rindêxanê, di eniya şer de, bi koma xwe berxwe dide. Hêzên turka, dora komê digrin, riya çûn û hatinê qût dikin. Şerê wan bi rojan didome. Hejmara şervanan, alavên şer, xwarin û vexwarin kêmtir dibe. Rindêxanê brîndar dibe û hêsîr dikeve. Bi hinceta zewaca bi serleşkerekî tirk re li hev dikin. Plana zewacê li Farqînê cihê xwe dide bûyerek balkêş. Artêş berê xwe dide Farqînê. Dema tên ser Pira Mala Badê, Rindêxanê, dixwaze cara dawî li pirê binêre. Îcaze digre û bi carekê re xwe ji ser pirê berdide jêrê.

Mihemed axa, rêvebirê hereketê, teslîmbûna napejirîne, biryara koçberiyê ber bi hêla Binya Xetê dide .
Romana Rindexanê, lehengî, zanatî û fedekariya Jina Kurd, di şexsiyeta dê û keçê de, dihêne rojevê. Girêdana bi evînê û dildariya jinê, dike cihê niqaşê. Li ser mijara azadiya jinê di nav eşîretên kurda de, me ronî dike. Û şervaniya jina kurd û mezinbûna dayikên kurda radixe ber çavan. Du lehengên winda, du şêrejinên kurd, Rindîxan û Rindêxanê bi me dide nasîn. Cihên di dîrokê de heq kirine, dide wan û bi zimanek bilind û edebî bê mirin dike.

Nivîskar bi vê romana dîrokî, me, debarê eşîra mezin, Qewmê Çiya, rola wan a dîrokî û serhildanê ronî dike. Herêmê bi me dide nasîn. Li çiya û newalan digerîne. Têkiliyên eşîrê, bi serok û eşîrên cînar re dihêne bîra xwendevan. Serhildanê, bi xurtbûn û qelsiya xwe, radixe ber çavan.

Roman, bi zimanek bilind hatiye nivîsîn. Nivîskar, peyvên li ber windabûnê û hatine jibîrkirin dihêne bîra xwendevanan: Gef lê xwarin, serî çemînin, kozik û çeper, pozberanî, kezî kurkirin, pixêrî.
Roman berî niha Li Amedê di nav weşanên Aram de derket û belav bû. 


Kamran Hedilî bi eslê xwe ji Hezexê ye, endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê, PEN a Kurd e û di rêvebiriya Enstîtuya Kurdî a Stockholmê cî digre. 1982 an ve dinîvisîne. Hinek ji kitêbên wî ev in: Lorîna Pênûsê (helbest), Helbest Çiye (lêkolîn), Pêxemberê jibîrçûyî Manî (roman), Ji Enfalê şevek e bê sibe (destan). Me xwe gehand nivîskar Kamran Hedilî û pê re hevpeyvînek pêk anî. Em bi we re parvedikin.

- Derbarê serhildana Şêx Seîd, Agirî û Dersimê kêm zêde hatiye nivîsîn. Lê derbarê serhiladana Mala Eliyê Ûnis kêm hatiye nivîsîn. Sedemên wê çi ne?
Kamran Simo Hedilî: Memoste, berî her tiştî divê ku werê zanîn jixwe ronakbîrên me yên wê serdemê pir kêm bûn. Bi ser wê kêm bûnê de jî, neyar bi hemû hêza xwe êrîşî wan kir. Hin hatine kuştin û yên ku ji ber şûşên neyaran filitîn jî derbider bûn. Kesên ku karibin wan buyaran binivîsin nemabûn. Ji bona wê ku mirov bêje li ser berxwedanên hezar û nehsed bîst û pênca heta sî û heştan hin tişt hatine nivîsandin dê baştir be.
Ez di wê baweriyê de me ku di derbarê ti buyarên me de weke pêwîst ne hatiye nivîsandin. Ne di derbarê tevgêra şêx Seîd de û ne jî di derbarê berxwedana Dêrsimê de. Dibe ku hin tişt hatibin nivîsandin. Ew jî pir kêm hatine nivîsandin û gelekî kêm mane.
Heta mirov dikare bêje ji aliyê çandî ve nehatine nivîsandin. Gelo li ser wan çend roman, çend çîrok, çend filmên sînamayê, çend şano hatine nivîsandin? Çend tebloyên hûnerî yên ku wan buyeran tênin ziman hene? Bersiv mixabineke mezin e.
Li ser berxwedana Agirî û geliyê Zîlan mirovên me an jî ronekbîrên me çi dikarin bêjin? Ji sedî yekê dibe ku bêjin. Ji ber ku gelekî kêm hatiye nivîsandin. Em çiqasî Biroyê Heskê Têlî û derdora wî nas dikin? Li wê berxwedanê em çend fermandar û lehengê wê nas dikin?
Li wê berxwedanê ewqasî mirovên hêja û wêrek hene, navên wan jî nayê zanîn. Tenê dixwazim yek buyerê bêjim. Piştî berxwedana Çiyayê Agirî têkdiçe çil şervanên êla Mamediya digirin û ji wan dipirsin, ”we gelek eskerên me kuştin, hûn vêga ne poşmanin?” Bersiveke wisa didin, ”xwezî guleyên me neqediyan û me pirtir kuştibana. Ji bona ku we gund û malên me şewitandin, ne me yên we şewitandin.” Li ser vê bersivê hemiyan li wir li Girê Sor gulebar dikin.

Li her berxwedanê bi sedan mînekên wisa hene ku nehatine nivîsandin. Ji ber ku nivîskar û ronekbîrên me nehiştibû di derbarên yek berxwedanê de weke pêwîst ne hatiye nivîsandin. Li herêma Torê, Hezex û Nisêbînê berxwedanên lehengane bûn, lê dîsa mixabin nehatine nivîsandin. Gelek tişt hene ku divê werine nivîsandin û li benda nivîsandinê ne. Ez dikarim vê bêjim li ser hemû berxwedanan pir û pir kêm hatiye nivîsandin.

- Serhiladana Mala Eliyê Ûnis bi firehî di romana te de cî digre. Gelek agehdariyên nû jî hene. Ji kerema xwe re ji me re qala çavkaniyên xwe bike.
Kamran Simo Hedilî: Ez demeke dirêj li wê herêmê jiyam û min li gelek kalamêr û pîrejinên ku li wê berxwedanê jiyayî guhdar kir. Min li gelek stranên dengbêjan yên li ser buyarê, guhdar kir. Min ji kesên malbeta mala Elîyê Ûnis û nasên wan sûd wergirt. Lê her zêde min ji nivîsên apê Osman Sebrî sûd wergirt.

- Dijwariyên derketin pêşberî te çibûn û te çawa çareser kir?
Kamran Simi Hedilî: Min herî zêde ji navê rastî û navên ku li navbera rastî û ne rastiyê bûn zehmetî kişand. Mînek navê jina Mihemed axa, Rîndîxan e û dema kurê wê Miheyedin li ber çavên wê ser jê dikin, Rindîxan xwe ji lateke bilind tavêje çemê Şîpêr û dimire. Li ser stran jî hene.
Li hin deran tê nivîsandin û tê gotin ku navê keça Mihemed axa Rindêxan e û şervan e. Rindêxan di şer de birîndar dibe û dikevê destê leşkerên tirk. Ji bona ku xwe ji destdirêjiyê rizgar bikin, xwe di pira Malabadê de tavêjê çemê Batmanê û dimire.

Zehmetiya min kişandî yên din di dema ku min dest binivîsandina romanê kir, min nikarîbû herim welêt. Navên gundan, çiyan û sinorên wan li cihên wan binivîsim. Min çendî ewder dîtibûn û li wan jiyabûm jî, demeke dirêj di ser dîtina min re derbas bibû. Ji ber wê min navê hin gelî, newal, gund, çiya û kanîyan ji bîr kiribû. Her wisa min navên hin êlên ku li nav berxwedanê cih girtin ji bîr kiribû.
Ez li vir bi riya vê hevpeyvînê dixwazim spasî hêja Behcet Çiftçî û Nazim Îrkîn bikim. Hêja Behcet navên gelek gund û çiyan ji min re nivîsand. Min çi ji birêz Behcet xwest ji min re şand. Heta ji bona ez baş wan cihan binivîsim, wêneyên wan ji min re şandin.
Hêja Nazim jî nivîsên li gel wî ji min re şandin û min gelek sûd ji wan nivîsan girt. Ji bona ku kekê Nazim yek ji kesê malbetê ye, gelek agehiyên hêja li gel hebûn û ew nivîs dana min. Ji bilî van herdu rêzdaran, spasî hemû kesên ku ji min re bûn alîkar dikim.

- Armanca te bi nivîsîna vê romana dîrokî çi bû û çiqasî nêzî vê armancê bûyî?
Kamran Simo Hedilî: Memoste, armanca hemû nivîskaran ew e ku buyareke balkêş ji xwe re bikin mijare û wê mijara balkêş binivîsin.
Lê gelek sedemên min hebûn ku vê buyarê ji xwe re bikim mijar. Li wê serdemê keçeke kurd bi bav, bira û pismamên re xwe tivingê hildigirê û li dijî neyaran şer dike. Min pêwîstî dît ku xwediya wî giyanê pîroz binivîsim. Giyanê wê keça leheng ya ku li îro roja me derbasî bi deh hezaran keçên leheng bibû û min gelek ji wan xwedewendên hemdem nas kiribû. Min pir dixwest mijarek ku lehengiya jina kurd ji dîrokê werîne ziman binivîsim.
Sedemên din, berxwedana çiyayên Hezo û Sasonê nedihate zanîn. Gelek lehengê wê berxwedan nehatibûne nivîsandin û me ew nas nedikirin. Li wê berxwedanê lehengî, wêrekî û êşên wisa hebûn, lê hibra pênûsan ji bona wan binî ziman li ser kexezan sar nebibû. Dawî min biryar da ku vê qêrîna bêdeng di kesatiya keçeke leheng de binivîsim.

Mîna hemû berxewedanan li vê berxwedanê jî bi lehengiyan re, xiyanet, tirsonekî, xwespartina neyaran û xwefiroşiyên bêhngenî hene. Mirov ji xwe dipirse, çawa ev jî weke lehengên berxwedanê kurdin?

- Di nivîsîna romanên wiha dîrokî de, gelek karaktêr derdikevine pêş. Ev jî kar û berpirsiyartiya nivîskaran zêde dike. Tu pirsên wiha çawa çareser dike?
Kamran Simo Hedilî: Rast e, di romana wisa de gelek karaktarên cuda derdikevine pêş. Ev pir bûna kesên ku rol dilîzin, hem karê nivîskar zehmet dike û hem jî xwendevan di têgihiştinê de zehmetiyê dikîşinin.
Bêyî ku mafê kesên di romanê de winda bikim, heta ku ji min hat, min xwest kesên rola yekem, duyem û derdorên wan binivîsim. Min li jor got ku pir leheng û tirsonek hebûn. Ji bona wê min çiqasî xwest jî, dîsa di romanê de navê pir kesan derbas dibe. 


Zarathustra Gabar Çiyan

söndag 13 mars 2016

Bîranîna Mihemed Şêxo (1948-1989)

Vaye rêwî me, ji welatek dur, hêla bakur, dawiya dinyê didim rê. Dilê min siwarê hespê xezebê, pişta min li bayê kur û berê min li “Binya Xetê” ye. Hesreta 26 Newrozên ji bo ”hemu adaran te şiyar bikim”, dilê min kiriye dojeh, rondikên ji kezabê çavên min sor û sere min gêj kiriye. Morên reşûşîn ên ji ba û cemeda 26 çileyên reş, ku esmên ji gulokên berfê xalî nabe, laşê min sotandî ye. Seqema ji erd, derya û ava çeman ku ji tebeqên qeşayê safî nabe, hinavê min kiriye sarincok û mekanê zemherîrê. Deriyê xwe veke, min bi şewata stiran û dilê xwe î germ pêşwazî bike. 

Vaye têm. Dilê brîndar e, tiyê deng, stran û sohbeta te ye. Şiyarkirina Newrozekê û xwendina bilbila ser dara gula ber serê te, dermanê vî dilê brîndarê gîzanê ye. Ez, Weysel Karanê duwê, evîndarê, bê dîtin, sohbet û guhdarê cenabê te, ji dengê têla tembûra te dihelim. Bibe Hekîmê Loqman. Nalîna dilê te ye, mizgîniya buhiştê. Serdan û derketina hizura te ye, ji min re tewafa Qudsê. Bihêle, bila rû, lêv û çavên min, bi maçkirin, bînkirina axa bin nig û serê te, biçin tewafê. Bila bîna gula te, bibe kilîla destê Melekê Mewtê, dilê min pê nefesa dawî bide. Bila dengê stirana eşqa zaroktiya min dema kolandina gorê, bilind bibe:

”Şêrînê nû gihayê
Li ser min pir buhayê
Rabe çaxa xewê ye
Bê te xewa min nayê.”

Tu bi meha adarê şa bû û her Newroz dê bi kûlîlkên biharê re şîn dibe. Her Biharê dê zarok, jin, keç, xort û por sipî bên serdana te, te bibîr bihênin. Vaye ez jî têm, dengê gelê min! Ne tenê te şiyar bikim. Bibim dergevanê ber gora te. Bibim şivanê dara gula ber serê te. Min qebûl bike, cihekî veqetîne ji min re, bibim cîranê te. Ji dur ve be jî, ji deng, tembur û sohbeta te mehrûm nemînim. Bihêle, bikevim bin siya dara te. Hemû adaran, bibim xizmetkar, bixêrhatina mêvanên te bikim. Em tev, ji çar aliyê welêt, bi yek dengî strana te bêjin û jana dilê te parvekin:

”Şêrîna min bir zalim neyara
Ez mame feqîr mam li ber dîwara
Ez bang dikim qêrîn hawara
Kî serhilîn ekî ji xew şiyar e.

Ser min zivistan, ka bihara min
Şêrîna min ket dest neyarê min
Wêli min qût kir ziman zarê min
Li min xopan kir şûn û warê min.”

”Bavê Felekê” û hozanê doza me, vaye buhar hat. Newroz, bi şahî û govendê bixêrhatine me dike. Li aliyekî şahî heye, li aliyê din ceng. Li hêlekî şînî û qêrîn e, li hêla din dengê lîlandina dayikan û xatirxwestina ciwanan tê. Daxwaziya azadî û aştiyê bilind bibe. Neviyên Selahadînê Eyûbî ne, ji çiyê heta zanîngehê, Mêrdîn, Kobanî, Mehabad hetanî Hewlêrê, di bin Ala Rengîn de, stirana te, a me dibêjin:

“Ay lê gulê gula mine
Şêrîna li ber dilê mine
Gulê nadim male dinyê
Ez li ser Gulê têm kûştinê.”


Mihemed Şêxo di dilê me, di dilê gelê kurd de dijî. Yezdanê dilovan wî bi rehma xwe şa bike, cihê wî buhuşta rengîn be. Di salvegera wefata wî de, wî bi rêz û hurmet bibîr dihênim. 09 Newroz 2016

Zarathustra Gabar Çiyan


söndag 6 mars 2016

Cihê helbestê û pirtûka "Payîza Pelweşan"


Gelek helbestvan û edebnasên biyanî, derbarê giringî û wateya helbetsê nivîsî ne. Pirsa "helbest çiye?" kirine cihê niqaşê, kurbûnê û lêkolînan. Analîzên wan, bi çavkanî û nimûnên rengîn bala me kişandiye. Her yek ji hêla xwe ve, bilindiya helbestê, cîh û giringiya wê ji bo ziman, çand, tore, bawerî û dîrokê aniye zimên. Bersivên wan, rê ji pêşketin û dewlemendiya edebiyatê re vekirî ye.

Gelo kirasê dirûtine, bi pîvan û tefsilandina xwe li edebiyata kurdî tê, an na? Analîzên wan bersiva, pirsa "helbesta kurdî çiye?", dide, an na?

Belê, ji gelek hêlan ve têr dike û dide. Lê divê mijar, berfirehtir bê girtin. Pêwîst e, "cîh, nirx û wateya helbesta kurdî" bi pênûsa edebnas û helbestvanên kurda û "bi kurdî" jî bersivên xwe ên xweser biafirîne.

Bê dewletbûna kurda, pirsgirêka herî mezin e. Her dewlet ji bo pêşketîna karên çandî û hunerî, alîkariyê dike. Edebnas û helbestvanên xelkê, bi berhemên xwe, him tên nasîn, rêz û hurmetê dibînin û him jî bi mafê weşanê dewlemend dibin û jiyana xwe xweş dikin. Li nik me berevajî ye. Pêşketina edebiyata Kurdî, bi qedera gelê kurd, azadiyê û fedekariya şexsî ve girêdayî ye. Edebnas û helbestvanên me, ji bo parastina ziman, edebiyatê kedek mezin didin. Nasdariya wan dikare bibe bela serê wan û bên girtin. Ji hatina mafê weşanê bêhtir, divê qala fedekariya şexsî ji bo nivîsîn, çapê û belavkirina berhemê bê kirin. Rewşa gelek helbestvan û nivîskaran ji hêla aborî ve zêde ne baş e. Lewre, wateya helbesta kurdî li benda lêkolînên piralî ye.

Gelo, ji bo kesên mîna min, evîndarên edebiyatê, helbest tê çi wateyê? Nirxandinên min, di çarçoveya ”rojnamegeriya çandî-edebî”, divê çawa bê pêşwazî kirin?

Cameran, şarezayên edebiyatê, pirs ronî kirine. Pîvanên wan giring in. Çarçova xebata rojnamegeriya çandî-edebî diyar e. Divê tesîra berhemê, teşwîk kirina ”nivîsîn û hizirkirina bi kurdî” jî neyê jibîrkirin. Û rexnegiriya dostanî bibe ”pira dilan”, di nav min û helbestvanan de.

Helbest, hevjîna min a dema tenêbûnê ye. Hekîmê Lokmanê dilê xembar û westan e, melhem dide êşa welatê xerîbiyê. Azadiya paca dilê min î bi deh kilîla xilkandî û zimanê minî di qeyd û bendan de ye. Dîroka hebûna min e.

”Payîza Pelweşan” giringiya helbesta kurdî anî bîra min. Bi xwendina helbestan re, dil sînor nas nekir, mêjî di nava fanstasî û xeyalan de winda bû, çû. Stêrikan bixêrhatina min kir, zerî û hûriyan dêriyê mêvandariyê vekirin. Di xewa ser ewrên şîn û seyrana welatê rojê de, bi dengê naqos û zengilê ”Melekê Mewtê” şiyar kir. Ez ketî û serxweşê helbestê bûm. ”Payîza pelweşîn”ê, ez kirim êsîr, evîndar û kuştiyê bi destê helbestê.

Divê ez eşkere bêjim: Ez ji nivîskarê kitêbê, Kadir Çelik hinekî bi gazin im. Çapa ”Payîza Pelweşan”ê, hinekî bi derengî xist, ji zû ve li bende bûm. Min çend ji helbestên wê jiber kiribû. Li nik min bibûn wek stranên Mihemed Şêxo, ”ay lê gulê” û ”nayêm dil derman nakim”. Dişibin fîlmek e kevnare, reş û spî, xatiratên min ên dema zaroktî û ciwaniyê bi rih û can dikin. Eşqa zaroktiyê dihênin bîra min. Li hêlekê, nezanî û xeşîmiya min, li hêla din, naza nazenînê. Şop û siya hêviya min a ramûsana pêşî ji hinarkên sêvesorî ye, dide perdeya spî, tê nîşandan. Ji heyecana evîndariya ziman û edebiyatê ne xalî ye, ew fîlm. ”Payîza Pelweşan”ê, beşek ji jiyana min, eşqa zaroktiya min dihêne zimên:

”De were! Em peyvên eşq û evînê di nav hev de bineqişînin
De were! Em ji kubariya zimanê dilan helbesta xwe bihunînin
De were! Bila destên te, dermanê dil li ser brînên min bigerînin
Bila hatina te êşên min tev bitevizînin.”

Helbestvan Kadir Çelik, ji kurdên Anadoliya Navîn e, li Swêdê dijî. Hesreta welêt, yarê, nas, dostan û êşa welatê xerîbiyê bandor li helbestên wî kiriye. William Shakespeare di ”Romeo û Juliet”ê de, êşa sûrgûnê wek mirinê binav dike. Peyvên Kadir Çelik jî wiha. Ew windabûnê jî li vê êşê zêde dike:

”Em li ku derê winda bûn
Bi ber kîjan bayê reş ketin
Kîjan destê bêbext
Bi kîjan qelemên reş nivisand ew qeder li ser eniya me
Di nav rûpelên kîjan dîrokê de ji bîr bûn rabirdûyên me
Di nav diranên kîjan guran de man dilên me.”

Mîna gelek helbestvanan, Çelik jî dide pey şopa Ehmedê Xanî. Mem û Zînê dike kaniya evîndariyê. Bi zimanê xwe î xweş û dîmenên zindî, hilmek e nû dide edebiyata nûjen:

”Ger tu av bî te venaxwim/ Ji eşqa te dil bi dax im
Bê pergal û bê qonax im/ Êdî neçarê te me
Ger şer bikî li hember jînê/ Binalî tim ji bo evînê
Mîna Memê li pey Zînê/ Êdî ne şervanê te me...”

Berhema giranbuha ”Payîza Pelweşan” berî niha di nav weşanên ”J&J” li Amedê derket. Mamoste Azad Zal edîtortiya wê kiriye. Birêz Kadir Çelik bersiva pirsên me da. Em hevpeyvîna pê re, parvedikin.

Di helbestên te de sê niqte bala min dikşînin. Evîn, Hesret û xurtiya zimên. Di nav wan niqetan de girêdanek xurt heye. Lê pir xwezayî ye. Evîn û hesret bi zimanek bilind dikeve ser kaxezê. Carna, hêvî, gazin û westana ji yarê ye, carna jî girêdana bi xweza û cihê  xwe ye. Nêrîna te li ser eşqê çiye?
Kadir Çelik: Bê guman hestên wekî evîn bêrîkirin êş û dûrmayîn mijarên sereke ne ku hemî dem û zemana helbest meyandine, mêjandine û têr kirine. Bi taybet jî ku meriv endamê cîvakeke mîna cîvaka kurd be ku ji her alî dilê xwe de birîndar e wê demê ev hestên kur zêdetir derdikevin pêş û dibin mijarên sereke yên helbestê. Bi nav kirin û nirxandina evînê qet ne mijareke hêsan e. Çerçeweya eşqê wiha bi hêsanî nayête danîn û pêwîst e ne ewqas hêsan be jî. Bi ya min ya herî pêwîst ne ewe ku "meriv bibe evîndarê yekê/yekî; ya giranbuha ewe ku meriv li ba yekê/yekî bibe evîn bi xwe". Em dikarin bêjin ku dema te di dilekî de ji xwe re cîhekî afirandî be hîngê te bi destê evînê jî girtîye.

Evîn jiyîneke li derveyî pîvanên heyî ye ku bi ya min yek ji taybetmendiyên ku evînê dike evîn jî ev e. Raperîneke ku hemî dîwar û çeperên li der û dora xwe hildiweşîne.

Tarîfa hesret, bêrîkirin û hêviya di dilê xwe de ji me re bike.
Kadir Çelik: Di helbesta min de êş û berîkirin du mijarên bigêhîn in. Ez hîna zarok bûm ji dê û bav û malbata xwe veqetiyam. Ev bûyer heya îro jî weke birînekê bi min re ye û tu caran nakewe. Bi gotina din ez hîna di temenê zarokiya xwe de fêrî bêrîkirinê bûm û bi wê re girêdayî bi êşkêşiyê re rûberû hatim. Lewma jî ev rastî em herin ku derê wê li ser helwest, berhem û ramana me bandorekê bike. Ji hêla din ve em weke cîvak ji dîrokê heya bi îro birîndar in û hê jî di dilê me de birîn li ser birînê vedibin. Bajarên me tên wêran kirin. Ber bi çavên mirovahiyê em tên qetilkirin. Her ku li welat gorek tê kolan dilê me vedigere goristanên bê ser û ber. Her ku zarokek tê kuştin ji dilê me çemên xwînê diherikin. Her ku cîwanek tê kuştin di dilê me hemî hest û hîs li kêliyên xwekuştinê kom dibin. Ev rastî wê çawa bandorê neke li ser hunerê û bi taybetî jî li ser helbestê. Ger ku rastiya me kuştin û mirin û wêrankarî û koçberî be, wê çawa helbest reş girênede û şînê negerîne. Ger ku ev gela di bin barana xwînê de verize wê çawa helbest neêşe û negrî û nenale. Bê guman bêrîkirin şaxekî girîng e ji dara hezkirinê. Bi gotina din ji bo ku hesret/bêrîkirin hebe pêwîst e hezkirin hebe. Em bêriya kes û tiştên ku li ber dilê me hêja û xwêdî nirx in dikin. Bêrîkirin encama hezkirinê ye. Bêrîkirin hemî caran êşa di çepê sîngê me de ye.

Bêrîkirin hezkirina ji hezkiriyên xwe sêwî ma ye. Bêrîkirin bi bîranîn û hewandina ew kes tiştên ku ji te dûr in lê di heman demê de di her kêliyê de bi te re ne ye. Bêrîkirin hezkirina êşbar û dilsoj e.

Tu ji kurdê Anadola navîn î, lê zimanê pir xurt e. Di edebiyata kurdî de, tu xwedî dîtin î. Rêz û hurmeta ji fikrê te re, mezin e. Tu vê yekê çawa dinirxînî?
Kadir Çelik: Ez kurdekî ji Anatolya Navîn im. Li gundekî kurdan li deşta Konya yê hatim dinê û heya zarokatiya xwe li wir jiyam. Wê demê jiyan li heremê ji serî heya bi binî kurdewar bû. Ziman tenê Kurdî bû. Bişaftina ziman û çande lawax bû û ji ber wê jî nasnama kurdî û stûnên konê çanda me gelek xwirt bûn. Dengbêjî, çîrokbêjî û zêmarbêjî pêşketî bû. Govend û dîlan û şîn û şahî jî kurdewar bûn. Zimanê jiyana rojane tenê kurdî bû. Bê guman em jî di vê serdemê de û bi rastiyê mezin bûn. Bavê min zanayekî dema xwe bû. Di mala me de her dem gotûbêj û vegotinên li ser mijarên cûrbecûr rûdidan. Bavê min xatibekî jêhatî bû. Vegotinên wî di serê min de mîna wêneyên zelal rûdiniştin û sînorên xeyalên min yên zarokî berfireh dikirin. Wekî hemî zarokên kurd min jî heya dest bi dibistanê kir ji kurdî pê ve bi tu zimanên din nedizanî. Ez di salên cîwaniya xwe de derketim derveyî welat. Li derveyî welat derfetên gelek baş hebûn ji bo ku ez li ser ziman û wêjeya kurdî hûr bibim. Min gelek zû biryar da bû ku bi lezgînî fêrî kurdî bibim. Ji demekê bi şunde him di warê xwendin û him jî di warê nivîsandinê de bi pêşketim û pê ve girêdayî gelek salan karê wergeriya di navbera Kurdî/Swêdî/Turkî de kir. Helbest di hemî qonaxên jiyanê de bi min re her hebû. Di her kêliya ku tengav dibim de helbest stargeheke ji bo min. Rengê jiyanê yê ku bîntengiya min radibirîne helbest e. Her cara dixwazim êşên xwe, birînên xwe an jî şabûnên xwe vebêjim xwe dispêrim helbestê. Xewn û xeyalên xwe di helbestê de bi rastdigerînim. Ji hêla din ve helbest şîngerandina min e li ber êşên welatê min. Ez bi helbestê axînên miletekî dinalînim. Bi helbestê radihêjim darbestê cîwanên çavbelek. Bi helbestê diqîrim ji nav dimenê dûmana li ser bajaran bilin dibe û dibêjim; Tu evîna min î welato, Tu birîna min î welato, Tu jan a li bin sîngê min î welato !!

Z. Gabar Çiyan